Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Em ê qebûl nekin kesên nenas werin cihên me

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê dibêje plana Tirkiyê a Guhertina Demografîk li dijî qanên navneteweyî ne.

Mehmûd Cemîl anî ziman ku Tirkiyê bi hezaran şêniyên Sûrî kirin çete da ku projeyên xwe li herêmê pêk bîne.

Mehmûd Cemîl li ser avakirina avahiyên mêtîngeriyê jî diyar kir ku ev plan dewamiya guhertina demografiya herêmê ye û got:

”Projeya avakirina avahiyan li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî xetere û tevahî gelên herêmê dike hedef û li dijî qanên navneteweyî ne.”

Mehmûd piştrast kir ku ew ê qebûl nekin kesên nenas li herêmên wan werin bicihkirin, li hember vê jî ew ê têkoşîna xwe xurt bikin.

Dawiyê, Mehmûd Cemîlbang li civaka navneteweyî û NY’ê kir ku plana Tirkiyê a Guhertina Demografîk rawestîn in.

Back to top button