Mchael Rubin: Projeya Tirkiyê qirkirina etnîkî ye

Lêkolîner û berpirsê berê yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Michael Rubin plana Tirkiyê a guhertia demografîk bi qirkirineke etnîkî bi nav kir.

Michael Rubin ku derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî diyar kir ku Tirkiyê ji demeke dirêj ve şerê demografiyê dimeşîne, ev yek jî qirkirinek etnîkî ye.

Têkildar armancên Erdogan ji projeya guhertina demografî Rubin ev tişt anî ziman: “Nîjadperestî û nefreta kûr a Erdogan li hemberî Kurdan dihêle vê yekê bike.

Serokên Tirkiyê her tim nîjadperestî û cudahî li hemberî Kurd, Ereb, Ermen û Suryan pêk tîne. Pêşwazîkirina wê ya germ ji penaberên Sûriyê re ji bo pêkanîna armacnên AKP’ê bû.”

Dawiyê Michael Rubin eşkere kir ku eger carekê tenê rojavayî li hemberî Erdogan rabin dikarin rastiya zilamê lawaz ji cîhanê re eşkere bike.

Back to top button