VÊ SIBEHÊ REJÎMÊ 19 ÊRÎŞÊN ESMANÎ LI DIJÎ GUNDEWARÊ IDLIBÊ PÊK ANÎN

Tevî ku ev 5 roj in agirbest ji aliyê Rûsiye û Dewleta Tirk ve li Idlibê hatiye ragihandin lê şerê li herêmê didome.

Ji bilî topbaran û şer, xwe-amadekirinên leşkerî yên Rûsiye û dewleta Tirk jî li Sûriyê dewam in.

Duh Rûsiya keştîyên û firokeyên leşkerî şandin Sûriyê.

Dewleta Tirk a dagirker jî kerwanên leşkerî şanidin herêmê.

Li herêmê planên şereke mezin tê kirin.

Asta şerê li bakur-rojavayê Sûriyê rojane bilindtir dibe.

Ji danê vê sibehê de, balafirên rejîmê ranewestiyane û bi tundî gundewarên Idlib û Hemayê bobebaran dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro rejîma Sûrî û Rûsya dîsan gundewarên Idlib û Hemayê li bombebaran kirin.

Balafirên rejîmê herî kêm 19 êrîşên asmanî li dijî Kefer Zîta, Letamna, Zekat û Erbiîn li bakurê gundewarê Idlibê û Cebîn li bakur-rojavayê Hemayê pêk anîn.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
REJÎM NUQTEYEK DIN A DEWLETA TIRK LI IDLIBÊ KIRE HEDEF

Wezareta Parastinê ya Rûsiyayê jî îro ragihand ku nuqteyeke din a qaşo çavdêriyê ya dewleta Tirk li Idlibê bi zanebûn ji aliyê rejîmê ve hat hedefgiritn.

Beriya çend rojan jî rejîmê nuqteyeke dewleta Tirk kirbû hedef û 3 leşkerên Tirk birîndar bûbûn.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
RÛSIYA Û DEWLETA TIRK DI HEMWEXTÊ ÎMZEKIRINA AGIRBESTAN DE, PIŞTGIRÎYÊN LEŞKERÎ DIÎŞNIN SÛRIYÊ

Li aliyekî din Rûsiya û dewleta Tirk a dagirker di heman wextê ku li ser agirbest û herêmên bêçek îmze dikin, şandina karwanên leşkerî, firoke û keştîyên leşkerî ji Sûriyê re dewam dikin.

Duh 2 keştiyên şer ên mezin û 14 firokeyên leşkerî gihaştin keştîgeha Tertûsê û baregeha Himêmîm li parêzgeha Lazqiyê.

Artêşa tirk a dagirker jî karwaneke leşkerî û gelek maşîneyên zirxî, çekên giran şand herêmê.

Ev xwe-amadekirina Rûsiye ji bo şerekî giran pêk tê piştî ku beriya du rojan Pûtin ragihandibû ku armanca wan ya sereke îro tunekirna terora li Idlibê ye.

Leave a Reply

Back to top button