Berpirsê DAIŞ’î: Fermana êrişa li ser Zindana Xwêranê ji aliyê MÎT a Tirk ve hat dayîn

Yek ji çeteyên DAIŞ’ê yên herî xeter ku di heman demê de berpirsê êrişên li dijî herêma Hesekê ye, Abdullah Îsmaîl Ehmed, vê gavê di nava lepên QSD’ê de ye.
Îsmaîl Ehmed ku yek ji organîzatorên êrişa li dijî Zindana Xwêranê ye dibêje, fermana vê êrişê ji aliyê MÎT a Tirk ve hate dayîn.

14’ê Nîsanê, di encama operasyoneke taybet de yek ji serçeteyên DAIŞ’ê yê binavê Abdullah Îsmaîl Ehmed ji aliyê hêzên QSD’ê ve hat girtin.

Dema operasyonê, hejmareke zêde ji teqemenî û belgeyên hevkariya dewleta Tirk li gel çeteyên DAIŞ’ê jî ket destê şervanên QSD’ê.

Abdullah Îsmaîl Ehmed dema lêpirsînê li gele tiştan mukir hat.

Ji wan a herî girîng êrişa li dijî Zindana Xwêran ê ye.

Îsmaîl Ehmed dibêj piştî têkçûyîna DAIŞ’ê li Baxozê, wî dest bi karên fînansekirina aborî kiriye û wiha dewam dike:

Di vî warî de hevkariya me li gel navendên MÎT’ê yên li Serêkaniyê û Girê Spî zêde bû.

Plana êrişa li dijî Zindana Xwêranê pir veşartî hate amadekirin. Armanc jê ew bû ku em girtiyên li zindanê xelas bikin û wan bighînin Serêkaniyê û Girêspî.

Fermana vê êrişê ji aliyê MÎT a Tirk ve hate dayîn.

Dema êrişê, hin DAIŞ’î li taxa Xwêranê bicih bûn.

Kesê binavê Abdulezîz ji Serêkaniyê xwest em wan kesan ji wir rizgar bikin.

Lê ji ber dorpêça bi şid a QSD’ê ev hewldana me biserneket û hemû DAIŞ’iyê reviyan ji aliyê QSD’ê ve hatin bêbandorkirin.

Yanî tevgera bi lez a QSD’ê li pêşiya plana êrişa li dijî zindanê û revandina girtiyan, bû asteng.

Back to top button