Li Silêmanî ji bo şehîd Mihemed Zekî Çelebî konê sersaxiyê hatiye vekirin

Îro ji bo welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî ku hate qetilkirin, li Silêmaniyê konê sersaxiyê hate vedan. Şandeyeke HDP’ê ya ku doh ji bo lêkolînkirina êrîşa dijî Çelebî çû Silêmaniyê, serdana konê kir û daxuyanî da. Şandeyê, da zanîn ewê hevdîtin li gel Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û aliyên peywendîdar bikin û encama wê jî bi raya giştî re parve bikin.

Welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî derengê şeva 17’ê Gûlanê li Silêmaniyê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û piştre jiyana xwe ji dest dabû.

Îro ji bo welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî, li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê konê sersaxiyê hate vedan.

Malbata Çelebî, Komeleya Karkerên Mezopotamya û Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li konê sersaxiyê pêşwazî li aliyên siyasî û xelkê ji bo serxweşiyê diçin, dikin.

Şevê din ji bo eşkerekirina kujerên Çelebî û lêkolînkirina bûyerê şandeyeke ji parlemeterên HDP’ê Mûazez Orhan û Îmam Taşçier serdana Silêmaniyê kirin.

Îro jî serdana malbata Çelebî kirin û li konê sersaxiyê derbarê bûyerê de ji çapemeniyê re axivîn.

Parlementera HDP’ê Muazez Orhan bi navê HDP’ê sersaxî ji tevahî malbata Çelebî re xwest.

Parlementer Îmam Taşçier bang kir divê yên Çelebî qetilkirin di demeke zûde werin dîtin û li dadgehê ceza lê were birrîn.

Şandeya HDP’ê da zanîn ewê hevdîtin li gel Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û aliyên peywendîdar bikin û encama wê jî bi raya giştî re parve bikin.

Li aliyê din, Malbata Çelebî dixwazin karûbarên qanûnî yên li Tiba Edlî ya Silêmaniyê temam bikin û cenazeyê xwe bibin bajarê Wanê.

Back to top button