Rûsya êrişî Luhanskê kir, 13 kes hatin kuştin

Piştî 3 roj din, şerê li Ukrayna wê 3 mehê xwe tejî bike.
Lê artêşa Rûsya bi dijwarî êrişên xwe didomîne.
Di êrişên li herêma Luhanskê de, 13 kes hatin kuştin.
Di vê navberê de, ji DYA û welatên G7, 58 milyar dolar alîkarî bû Ukrayna wê were şandin.

Ukrayna, li pêşberî êrişên Rûsya rojên zehmet derbas dike.

Di roja 87’an a êrişa Rûsya li dijî Ukrayna de, şer bi hemû dijwariya xwe didome.

Artêşa Rûsyayê herî dawî dîsa herêma Luhanskê ya Ukraynayê kir armanc.

Di êrîşa ku gelek cihên sivîlan zirar dîtin de, Waliyê Luhanskê Sergey Gayday ragihand ku li Sevrodenstsk 12 û li Hirske ya Luhansekê 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Ukrayna: Di êrişan de 231 zarok hatine kuştin

Serdozgeriya Ukrayna jî ji aliyê xwe ve bîlançoya êrişên Rûsya ya ji 24’ê Sibatê ve despê kirî eşkere kir.

Serdozgeriyê ragihand ku heta niha 231 zarok hatine kuştin û 427 jî birîndar bûne.

Zelensky: Donbass veguheriye cehnemê

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, ji ber rewşa li herêma Donbass ya rohilatê welat Rûsya sûcdar kir û got,

Herêma Donbassê bûye dojeh.

Zelensky balkişand ser rewşa li bajarê Odessa ya dikeve başûrê welat û ev tişt anî ziamn:

Li herêma Odessa her tim êriş pêk tên.

Dombass jî bi giştî hatiye rûxandin.

Yekem leşkerê Rûsî yê ji ber sûcên şer tê darizandin daxwaza Efûyê kir

Divê navberê de, rûniştina doza leşkerê Rûs Vadim Şişimarin ê 21 salî ku li Ukrayna bi sedema sûcê şer tê tewambarkirin, dewam dike.

Şîşimarîn di danişîna ku li paytext Kîevê hat lidarxistin de îfade da ku di 28’ê Sibatê de li bakur-rojavayê welêt welatiyê Ukraynayî yê 62 salî Oleksandr Şelipov gulebaran kiriye.

Leşkerê Rûsî li wê yekê mikor hat ku fermana gulebaranê ji aliyê sererkanê wan ve hatiye dayîn.

Leşekerê Rûs ji hevjîna zelamê kuştî daxwaza efûyê kir.

Ukrayna: 1,263 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin

Serfermandariya Ukraynayê ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, 200 leşkerên din yên Rûsya hatine kuştin.

Bi vê re het aniha jimara leşkerên Rûsya yên hatine kuştin derket 28,700’î.

Her wiha 204 balafir, 168 helîkopter, 1,263 tank, 3 hezar û 90 wesayîtên zirxî yên Rûsya jî hatine bêkêrkirin.

Welatên G7 û DYA 58 milyar dolar bo Kîevê dişînin

Li aliyekî din, bi dirêjbûna şerê li Ukrayna re piştevaniya bo Kîevê zêde dibe.

Senetoya DYA, ji roja Rûsya êrişî Ukrayna kirî û heta niha ji bo erêkirina paketa herî mezin a alîkariyê ronahiya kes da.

DYA wê 40 milyar dolar alîkarî bo Kîevê bişîne.

Welatên G7 jî wê 18 milyar dolarî bide rêveberiya Ukrayna.

Her wiha di Fona Banka Cîhanî de jî 530 milyon dolarê ku DYA û Brîtanya ji bo Ukrayna dayî heye.

Back to top button