HEJMARA ŞEHÎDAN JI BER AGIR DERKET 7’AN Û REWŞA 2 BIRÎNDARAN XETER E

Doh li navçeya Til Koçer agir bi zeviyan ket. Di xebatên vemrandina agir de 7 kes şehîd bûn, ji şehîndan 3 ji hêzên ewlehiyê hene.

 

Li gundên Til Elo û Girê Fatê yên Til Koçerê di saetên nîvro de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Tîmên agirkujê û komîteyên sivîl, Hêzên Hawarê, şervanên YPG, YPJ, Hêzên Senadîd li cihê bûyerê bûn û agir vedimirandin.

Di dema vemirandinê de, heta vê kêliyê 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyan jî, endamên Asyîş û Sendîd jî di nav de ne..

Her wiha li gorî agahiyên ji nexweşxaneya Dêrikê, rewşa 2 birîndaran xeter e.

Tîmên agirkujê bi hevkariya şêniyan agir vemirandin.

Tê payîn ku di saetên pêşiya me de daxuyaniyeke fermî ji aliyên peywendîdar derkeve..

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, berî çend rojan di dema vemirandina agirê navbera Koban û Girê Spî de, şêniyekî jiyana xwe ji dest da û 5 şervanên QSD’ê birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button