Şandeya ji bo balê bikişînin ser tecrîdê ku xwestin biçin Amarayê hatin astengkirin

Şandeya ku bi pêşengiya partî û rêxistinên Kurd xwestin li gundê Rêber Apo balê bikişînin ser tecrîdê hatin astengkirin. Malbata Rêber Ocalan û şandeyê bertek nîşanî astengkirinê dan û banga vekirina deriyên Îmraliyê kirin.

Ji bo balkişandina ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), şandeyek şand gundê Amara ya bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve.

Ji gelek bajaran welatî û nûnerên van saziyan di şandeyê de cih girtin.

Lê şande di ketina gund de ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin astengkirin.

Ji ber vê yekê şandeyê li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeya Xelfetiyê civîneke çapemeniyê lidar xist.

“Wê kes nekare deriyê malbata Rêber Apo li gelê Kurd bigre”

Biraziyê Rêber Apo û parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan axivî û bertek nîşanî li ser astengkirinê da.

Omer Ocalan diyar kir ew vê zilma dewletê qebûl nakin û got:

“Wê deriyên malbata Rêber Apo ji gelê Kurd re vekirî be wê ti kes nikaribe vê yekê asteng bike. ”

Salîha Aydenîz: Sedemê krîza Rojhilata Navîn bêhqiqûqiya li Îmraliyê ye

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz piştre axivî û nêrazîbûn nîşan da.

Salîha Aydenîz anî ziman desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze bi girankirina tecrîdê re kaosê li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn belav bike.

Aydenîz ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê bang kir û got,

“Sedema krîzên li Rojhilata Navîn bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Divê gel hemû li dijî vê têbikoşin.

Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Mihemed Ocalan: Divê demildest deriyê Îmraliyê bê vekirin

Welatiyên ji Pirsûsê û Çewligê jî ku çûn xwe gihandin ber mala Rêber Ocalan.

Birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan, Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan mêvanên xwe pêşwazî kirin.

Mehmet Ocalan diyar kir ev bêhiqûqî bi ti awayî nayê qebulkirin û bang kir divê tavilê Deriyên Îmraliyê bê vekirin,

Back to top button