Yekîtiya Jinên Ciwan li Hesekê komxebatek lidarxist

Yekîtiya Jinên Ciwan îro Hesekê komxebatek li dar xistin. Di komxebatê de êriş, dagirkerî û rola jinan ya li hemberî wê hatin nirxandin. Her wiha li ser gelek pirsgirêkên din û çareseriyê jî niqaş hatin kirin.

Şoreşa Rojava bi xwe re gelek pêşketin anîn…

Di her warî de jinan xwe bi rêxistin kir û saziyên xwe ava kir.

Di nava van geşedanan jî, êdî jin bi xwe komxebat û konferansên xwe li dar dixin.

Bi dirûşma “Bi ciwantiya Viyan û Nûjiyan emê şerê azadiyê bi ser bixin” jinên ciwan îro li hola Serdem a Hesekê komxebatek li dar xistin.

Di komxebata ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatî li dar xistin de YPJ, Asayiş, HPC, Kongra Star û jinên ciwan tevlî bûn.

Di komxebatê de li ser mijarên mîna, Rastiya dijminatiya Rejîma ba’as, Dewleta Tirk û xiyaneta mala Berzanî nîqaş hatin kirin.

Her wiha Tecrîda li ser Rêber Ocalan, şerê li dijî Gerîla û şerê taybet hatin nirxandin.

Paşê senevizyonek li ser dijminên kurdan û bi taybet şerê li dijî jinan hat nîşandan.

Ji başûrê Kurdistanê jî jin bi peyamên bi dîmen beşdarî komxebatê bûn.

Di dawiya komxebtê de, pêşinyarên jinên beşdar hatin girtin û çareserî ji bo her pirsgirêkekê hatin ziman.

Back to top button