Dilyar Cizîrî û Malva Elî weke hevserokên nû hatin hilbijartin

Kongreya 6’an a Yekitiya Ragihandina Azad bi hilbijartina hevserokên nû û meclisa giştî ya ji 13 endaman pêk tê bi dawî bû.

Doh li bajarê Qamişlo Kongreya 6’an a YRA’ê bi diruşmeya ”Pêkve ber bi ragihandineke birewer, berpirs û sinc ve”, dest pê kir.

Di kongreyê de bi dehan rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Yekitiya Ragihandina Azad, amade bûn.

Li ser navê Yekîtiyê Bengîn Sîdo, li ser navê Girînendeya Ragihandinê ya Rêvberiya Xweser Ciwan Mele Ibrahîm û endama Kordînasyona TEV-DEM’ê Leyla Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de behsa rola şoreşa 19’ê Tîrmehê di pêşxistina ragihandina azad û demokrat de hat kirin û teqezî li ser pêkanîna rojnamevanan ji erkên xwe yên gihandina berxwedana gel ji bo raya giştî hat kirin.

Piştre rapora 2 salan a karê yektiyê hat xwendin û nîqaş li ser hat kirin, rêzikname jî hat xwendin û hin bendên wê hatin guhertin.

Di dawiyê de Dilyar Cizîrî û Malva Elî weke hevserok hatin hilbijartin û 13 endamên meclisa giştî ya yekitiyê hatin hilbijartin.

Back to top button