Silêman Cafer bang li PDK kir: Alîkariya dijmin neke

Endamê Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyê Silêman Cafer ji hikûmeta Başûr xwest ku alîkariya dijmin neke û helwesta xwe diyar bike.

Silêman Cafer behsa êrişên dewleta Tirk yên li dijî gerîlayên azad kir û got:

”Tirkiyê dixwze têkeve Qendîl, bigihîne Şengalê û dora Rojava bigire. Vê jî bi hevkariya ‘dostên’ xwe yên li herêmê dike.”

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar li vê yekê mikur hatibû. Her kes dizane ev ‘dost’ên wan kî ne.”

Silêman Cafer anî ziman ”Divê PDK’ê alîkariya dijmin neke, niha ne dema alîkariyê ye. Tirkiyê tu carî naxwaze Kurd xurt bibin.”

Herî dawî Silêman piştrast kir ku divê bi yekîtiya neteweyî li hemberî dagirkeriyê bin û herêmên xwe yên dagirkirî azad bikin.

Back to top button