Partiyên siyasi yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê projeya dewleta Tirk şermezar kirin

Partiyên siyasi yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke hevpar projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk şermezar kirin û gotin:
“Dewleta Tirk bi guhertina demografiya herêmê pîvanên navneteweyî binpê dike.”
Derbarê mijarê de Nûnerê êla El-Şerabîn a li Sûriyê Sabit El-Cewher jî bang li eşîr û êlên li dewletên Ereban kir ku li dijî sûcên dewleta tirk bisekinin.

Li dijî projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk a bi armanca guhertina demografiya herêmên dagirkirî bertek zêde dibin.

Li dijî projeya dewleta Tirk partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Parka Jina Azad a Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi piştevaniya dewleta Tirk a karê terorê hate kirin û hate gotin:

“Bi awayekî eşkere dagirkirina herêmê berfireh dibe. Avakirina kampan ji bo çeteyan dewam dike.”

Di dewamê de hate diyarkirin, bi êrişên li ser herêmê û guhertina demografiya herêmê pîvanên navneteweyî tên binpêkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de îşaret bi sûc û binpêkirinên dewleta tirk yên li herêmên dagirkirî jî hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, partiyên siyasî yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Ewlehiyê kirin ku çareseriyekê ji bo krîza Sûriyê bibînin.

Navê partiyên daxuyanî dane, wiha ne:

Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Wîfaq a Kurdî a Sûriyê, Partiya Çep a Kurdî ya Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Demokratîk a Kurdî û Partiya Komarê ya Kurdistanê.

Nûnerê Êla El-Şerabîn: Divê eşîr û Êlên li dewletên Ereban li dijî projeya Tirkiyê bisekinin

Plan û projeyên dewleta Tirk ên bi armanca pêkanîna xeyalên Osmanî, di nava civaka Ereb de jî hersek mezin avakiriye.

Nûnerê êla El-Şerabîn a li Sûriyê Sabit El-Cewher derbarê mijarê de axivî û banga hişyeriyê kir.

El-Cewher diyar kir dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve li wan herêman guhartina demografiyê pêk tîne û dibêje:

“Ev avahiyên mêtingeriyê jî bi piştgiriya dewletên Ereban, bi taybet Qeter û Kiwêtê têne çêkirin.

Hedefgirtina Efrînê bi rêya van avahiyên mêtingeriyê, li dijî sazûmaniya çandî ya Efrînê û nasnameya wê ya Kurdî û Sûrî ye.”

Sabit El-Cewher sûcên dewleta Tirk û dewletên destekê didinê ku penaberên Sûrî vegerin herêmên dagirkirî, şermezar kir û ev bang kir:

“Ez bang li tevahiya eşîr û êlên li dewletên Ereban dikim ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser erda Sûriyê pêk tîne, deyne.”

Back to top button