Parêzerên Rêber Apo ji bo dawîanîna tecrîdê serî li NY da

Parêzerên Buroya Hiqûqê a Sedsalê ji bo rewşa Rêber Apo, serî li NY dan

Ev demeke dirêj e, ti agahî ji girtîgeha Îmraliyê nayê girtin û nayê zanîn ku Rêber Apo û girtiyên din, di çi rewşê de dijîn.
Derbarê vê yekê de, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, serî li Neteweyên Yekbûyî da û jê xwest ku demlidest gavan bavêje.

Zêdeyî salekê ye ti agahî ji Rêber Apo û hevalên wî nayê girtin. Serlêdanên parezer û malbatan yên ji bo çuyîna Îmraliyê jî her carê tên astengkirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzerîya Rêber Apo dike, ji bo hevdîtina bi Rêber Apo û girtiyên din re bê kirin, serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), dan.

Di serlêdanê de binpêkirinên mafan ên heya niha hatine kirin hatine diyarkirin.

Parêzeran di serlêdanê de diyar kirine ku tu encameke erênî ji serlêdanan negirtine.

Di serlêdanê de li ser cezayên hucreyê yên li muwekîlan tên birîn û ji ber van, serlêdanên ji bo hevdîtinê tên taloqkirin an jî astengkirin jî hatiye sekinandin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê a Sedsalê diyar kirine ku di çarçoveya pêwendiya bi derve re muwekîlên wan bi qedexeyeke ji sedî sed re rû bi rû ne û ev yek divê wekî hepsa “incommunicado / desteserkirinê” bê nirxandin.

Parêzeran destnîşan kirine ku ev bi her awayî dijî belge û standardên mafên mirovan ên navneteweyî ne.

Di serlêdanê de li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hatiye sekinandin.

Parêzeran di serlêdanê de diyar kirine ku ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu xeberê ji muwekîlê xwe nagirin û gotine:

“Ev yek bi her awayî xetereyeke mezin di nava xwe de dihewîne.”

Parêzeran di serlêdana de destnîşan kirine ku bi ti awayî haya wan muwekîlên wan tune ye û xwestine demildest hevdîtinê bikin.

Parêzeran di berdewama serlêdanê de gotine:

“13 meh in parêzer tu xeberê ji muwekîlên xwe nagirin û ev yek fikara ji bo tenduristiya wan, şert û mercên ew tê de ne zêde dikin.

Parêzer daxwaz dikin ku ji bo demildest pêkanînên ‘incommunicado’ yên li ser Rêber Ocalan û hevalên wî bi dawî bibin demildest divê gav bên avêtin û serlêdana Girtîgeha Îmralîyê bê kirin.”

Back to top button