QSD’ê li Qamişlo komxebatek bi rûspiyên herêmê re li dar xist

Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi armanca nîqaşkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û plana guhertiya demografiyê, komxebatek bi şêx û rûspiyên êlên Ereb û Kurd li dar xist.
Di komxebatê de banga hevgirtina pêkhateyan û rawestandina planên Tirkiyê yên li herêmê hate kirin

Li dijî xeteriya projeya guhertina demografiya herêmê û êrişên dagirkeriyê, rûsipî û şêxên herêma Cizîrê jî helwesta xwe eşkere kirin.

Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi armanca nîqaşkirina êrişên Tirkiyê û planên wê yên li dijî herêmê, bi rûspiyên êlên Ereb û Kurd re civiya.

QSD’ê bi dirûşma “Şêx û rûspî soz didin QSD`ê ku li hember kiryarên dijmantiyê û guhertina demografiyê ku raberî pêkhateyên herêmê têne kirin bi yek rêziyê dê berevaniyê bikin” komxebateke êlan li dar xist.

Di komxebata ku li hola Zana ya li Qamişlo pêk hat de, bêtirî 100 şêx û rûspiyên êlên Kurd û Ereb û Rewşenbîrên kantona Qamişlo û oldar amade bûn.

Armanc jê şermezarkirina êriş û siyaseta dewleta Tirk a dagirker e.

Endama Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Bêrîtan Mihemed di komxebatê de axivî û balkişand ser kirinên dewleta Tirk ên li herêmê.

Bêrîtan Mihemed hevgirtina şêniyên herêmê bi hêzên leşkerî re silav kir û banga xurtkirin û bêhêzkirina yekîtiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Beşdarên komxebatê jî îşaret bi encam û metirsiya plana Tirkiyê yê guhertina demografya herêmê kirin.

Komxebat bi encamnameyekê ku tê de rûsipî û şêxên beşdar banga rawestandina planên Tirkiyê kirin, bi dawî bû.

Back to top button