Însiyatîfa gel encama hemleya komkirina îmzeyan eşkere kir

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wan ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” 2 milyon û 476 hezar û 173 îmze kom kirine.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê encamên hemleya komkirina îmzeyan a ji bo derxistina navê (PKK) ji “lîsteya terorê”, ku ji serê salê ve dabûn destpêkirin, eşkere kir.

Daxuyanî li stada 12’ê Adarê ya li Qamişloyê ji aliyê Berdevkê însiyatîfê Ferzende Munzir û endama Kongra Star a Hesekê Nîda Elî Salih ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de jimara îmzeyên hatin komkirin hat eşkerekirin û spasiya her hesê ku beşdarî hemleyê bûye, hat kirin.

Back to top button