Komeke din a ciwanên Ereb beşdarî nava gerîla bûn

Li ser bangawaziya Komalên Ciwan a bilindkirina têkoşînê û tevlibûna nav refên gerîla, komeke ciwanên Ereb tevlî nav refên PKK`ê bû.

Ciwanên Ereb banga seferberiya ku ji aliyê Komalên Ciwan ve hatî ragihandin, bersivand û destnîşan kirin ku wê tola gelê Kurd û Ereb li qadên gerîla were hilandin..

Di heman demê de bang li hemû ciwan û jinên ciwan kirin ku ew jî werin tevlî nava refên gerîla bibin.

Ciwanan gotin: “Her kesekî ku dixwaze dagirkeriyê bike, wê hesabên dîrokî ji wan were pirsîn.”

Ciwanên tevlî gerîla bûn bang li hemû ciwanên Ereb kirin û gotin:

“Werin Cenga Azadiyê”

Back to top button