
Polîtbûroya YNK’ê derbarê êrişên dewleta Tirk ên li Çemçemal û Mexmûrê de daxuyaniyek da û têde xwestin demildest êrişên dewleta Tirk werin sekinandin..
Polîtbûroya YNK’ê di derbarê êrişên balefirên bê mirov ên dewleta Tirk de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em van bombebaranên balefirên Tirkiye yên li ser bajaroka Axceler a ser bi navçeya Çemçemalê û Wargeha penaberan a Mexmûrê şermezar dikin.”
Di dewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û hat gotin divê demildest ev êriş werin rawestandin.
YNK’ê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin ku erka xwe ya desturî û nîştimanî ya ji bo parastina xak û asîmanê Iraqê, Herêma Başûrê Kurdistanê jî di nav de pêkbîne.
Divê hikûmeta Iraqê bi rêyên dîplomasî hikûmeta Tirkiye ji van binpêkirinên wê agahdar bike.”
Di dawiya daxuyaniyê hat gotin:
“Xwîna welatiyên me pîroze, daxwaz dikîn pîroziyên xwe bi parêzin.”
Fraksiyona YNK’ê: Divê hikûmeta Iraqê dijî êrişan helwestek zelal nîşande
Bi heman armancê Fraksiyona YNK’ê ya li parlementoya Iraqê jî bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Iraqê kirin ku helwestek zelal û biwêrane nîşanbidin, ji bo pêşîlêgirtina van tawan û binpêkirinên li ser serweriya xaka Iraqê tê kirin.