Li Başûrê Kurdistanê baregeha Artêşa Tirk a dagirker a li bajaroka Zîlkan a ser bi Başîkayê bû armanca mûşekan.
Li gor nûçeya RojNewsê doh êvarê êrîşêke bi muşekan li baregeha dewleta Tirk a li bajaroka Zilkan a ser bi Başîkayê ya Mûsilê hatiye kirin.
Li aliyê din çavkaniyek ewlehiyê jî ji Sumeriye News re diyarkir baregeha artêşa Tirk bû hedefa muşekan.
Tê gotin ziyanên giyanî û madî bi baregeha leşkerên Tirk gihaye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ji beriya niha jî gelek caran bi muşekan êrişê vê baregeha leşkerên Tirk a dagirker hatiye kirin.