EREBISTANA SIUDÎ: ARMANCA ME LI SÛRIYÊ RÊGIRTINA LI BER JINÛVEGERA TERORA DAIŞ’Ê YE

Emîrê Siudiyê ragihand ku sê armancên wan li Sûriyê hene. A herî bingehîn jî tunekirina terorê ji kok ve û rêgiritina li ber zîndîbûna DAIŞ’ê ye.

 

Emîrê Siudiyê Mihemed Bin Selman di axaftineke xwe ya bi rojnameya Şerq El-Ewset re diyar kir ku sê armancên bingehîn yên Siudiyê li Sûriyê hene.

Mihemed Bin Selman destnîşan kir ku lihevkirinek Siudiyê li gel Emerîka heye ew jî dewamiya tunekirina terora DAIŞ’ê li Sûriyê ye.

Selman da xuyakirin ku li rex dewamiya şerê li dijî gefa zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê, berferehbûna desthilata Îranê li Herêmê, ew ê di bin sîwana yekpariya xaka Sûrî çareseriyeke siyasî peyda bikin.

Beriya çend rojan jî şndeyeke Siûdî li gel şandeyek Emerîkî bi Rêveberiya Xweser re li Dêrazorê civiya.

Armanca civînê jî rêgirtina li ber zindîbûna terora DAIŞ’ê û parastina ewlehiya herêmê bû.

Leave a Reply

Back to top button