Rêveberiya Xweser: Kîloyê Genim bi 2.200 û ya Ceh jî 1.600 lîre wê bê girtin

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser nirxê kîloyê genim bi 2 hezar û 200 û yê ceh jî bi hezar û 600 lîreyê Sûrî diyar kir.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo diyarkirina nirxê genim û ceh civînek li dar xist.

Di civînê de Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş û endamên şîrketa pêşxistina çandiniyê tevî Yekitiya Cotkaran di civînê de amade bûn.

Di civînê de girîngiya bidestxistina genim ligel dorpêça li ser herêmê, her wiha kêmkirina pereyan di sîstema radeyan di dema wergirtinê de hatin nîqaşkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku dê berhemên cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navednên ku Rêveberiyê diyar kirin e, werin wergirtin.

Di dawiyê de li gorî hemû herêman nirxê kirîna her kîloyek gemin bi 2 hezar û 200 û yê ceh jî bi hezar û 600 lîreyê Sûrê hate eşkerekirin.

Back to top button