Geir Pederson li Şamê bi Feysel Mîqdat re hevdîtin kir

Îro Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pederson li Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad re civiya û lidarxistina gera 8`an a komîteya destûrê nîqaş kir.

Rojnameya El-Watan a nêzî hikumeta Şamê bi bîr xist ku nûnerê NY`yê taybet li Sûriyê Geir Pederson bi wezîrê karên derve yê Sûriyê, Feysel Miqdad re li Şamê civiya û derbarê aloziya Sûriyê de niqaş hatin kirin.

Derbarê civînê de Pederson diyar kir wan dosyayên girêdayî biryara NY ya hejmar 2254 û hinek mijarên din ên aborî û civakî jî, dosyaya penaberan li hundir û derve jî nîqaş kirin.”

Pederson destnîşan kir ku di civînê de lidarxistina civîna komîteya destûrî hat nîqaşkirin û got:

“Wê civîneke me li Cinevê di 28`ê Gulanê de were li dar xistin û wê her sê şande tevlî bibin.

Pederson hêvî kir ku biryara 2255 pêk bînin.”

Back to top button