Li ser sînorên Sûrî û Urdunê 4 kes hatin kuştin

Hêzên Çekdar ên Urdunê li ser sînorê Urdun- Sûrî 4 kesên ku dixwestin derbasî Urdunê bibin, kuştin. Li Deraayê jî di 24 seatên dawî de 4 kes di êrişên cûda de hatin kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Urdunê (Petra) vê sibê komek kesên qaçaxçî hewl dan sînorê Sûriyê-Urdinê derbas bikin.

Hat diyar kirin ku li dijî vê yekê operasyon hatiye kirin û di encamê de şer derketiye.

Hat ragihandin di encama şer de 4 qaçaxçî hatine kuştin û hejmarek birîdar bûne û yên din jî reviyan Sûriyê.

Her wiha hat diyar kirin ku li ser wan madeyên hişbirinê û çekek hatin girtin.

Li Deraayê di 24 saetên dawî de 4 kes di êrişan de hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku li Deraayê tevlhevî û bêewlehî roj bi roj zêdetir dibe.

Çavdêriyê ragihand, di 24 seatên dawî de li bajêr di êrişên cuda de 4 kes hatin kuştin.

Back to top button