Şêx û rûspiyên eşîrên herêma navçeya Eyn Îsa anîn ziman ku dê li hemer êrişên dewleta Tirk bi QSD`ê re bisekinin.
Rêxistina PYD`ê ya kantona Girê Spî civînek ji şêx û rûsiyên eşîran re li dar xist.
Civîn li gundê Şêx Hesen ê 25 km dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsa hate lidarxistin.
Di dicînê de gelek şêx û rûspiyê eşîran beşdarî civînê bûn.
Di civînê de hevserokê PYD’ê yê kantona Girê Spî axivî û behsa xeteriyên li ser herêmê ji ber êriş û gefên dewleta Tirk kir û got:
“Çavên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û dixwaze sûdê ji şerê Rûsya-Ukrayna bigre da ku gelên li herêmên Rêveberiya Xweser tune bike.”
Şêx û rûspiyan jî axivîn û nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê da û got ev yek gefan li ewlehî û aramiya şêniyên herêmê dixe.
Şêx û rûspiyan di dawiyê de teqez kir ku vebijarka yekem û dawî destekdayîna ji QSD`ê re ye ku parastina rûmeta xakê dike.