Li Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk gel xwepêşandan lidarxist

Li navçeya Ezazê yê girêdayî Helebê gel li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan li dar xistin.
Tê de bang kir ku wezîrê parastinê yê hikumeta Sûriyê yê demkî yê girêdayî dewleta Tirk îstîfa bike.

Li gor agahiyên ajansa ANHA’yê ku xwe spartiye Çavkaniyên herêmê da zanîn duh êvarî şêniyên Ezazê xwepêşandaneke li dijî çeteyên dewleta Tirk li dar xist.

Xwepêşandêran diruşmên îstîfakirina wezîrê parastinê yê hikumeta Sûriyê yê demkî yê girêdayî dewleta Tirk berz kirin.

Li herêmên ku artêşa Tirk dagir kirine, li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê li ser paşxaneya sûcên li dijî welatiyan û tevliheviya ewlehiyê xwepêşandan hene.

Back to top button