Li Qeladiza Başûr imze tên komkirin

Ji bo PKK ji ”Lîsteya Terorê” were derxistin li navçeya Qeladizê komkirina îmzeyan berdewam dike.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li navçeya Qeladizê Başûr ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya Terorê kampaniya îmzeyan dabû destpêkirin.

Ev kampaniya hîn jî dewam dike.

Di nava bazara navçeyê de li du cihên cuda îmze hatin komkirin.

Welatî bi awayek germ pêşwazî lê dikirin.

Li seranserî Başûrê Kurdistanê heta niha di vê çarçoveyê de zêdetirî 100 hezar îmze hatine komkirin.

Back to top button