Çalakiya “Konê Berxwedanê” ya li Dêrikê di roja 2. de dewam dike

Li Dêrikê çalakiya Konê Berxwedanê li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê di roja 2’yan de dewam kir. Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantoan Efrînê jî bang li civaka navnetewî kir û sûcên dagirkeriya Tirk rawestînin.

Dagirkeriya Tirk bi hevkariya PDK’ê ji 17’ê nîsanê ve bi hemû çekên giran tevî çekên qedexekirî êrişî Başûrê Kurdistanê dike.

Gerîlayên HPG’ê jî bi berxwedaneke dîrokî bersiva êrişan didin.

Gelên Bakur û Rojhilatên Sûriyê li dijî êrişan û ji bo piştgiriya berxwedana gerîla di nava çalakiyan de ne.

Li Dêrikê, çalakiya konvedanê ya ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hatî organîzekirin, di roja dudiyan de dewam dike.

Di roja duyem a çalakiyê de semîner hatin dayîn û geşedanên dawî hatin nîqaşkirin.

Şêniyên navçeya Girgê legê îro serdana konê çalakiyê kir û piştgirî dan berxwedana gerîla.

Çalakiya Konê Berxwedanê wê heta 25’ê mehê dewam bike.

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê jî bi daxuyniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên dijî gerîla û bikaranîn çekên kîmyawî ermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk tê wateya piştgiriya wan.

Di dawiyê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku li dijî êriş û sûcên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin

Back to top button