QSD’ê li Eyn Îsayê dronek Tirkiyê anî xwarê

Hêzên Sûriya Demokratîk li Eyn Îsayê dronek dewleta Tirk a dagirker anî xwarê.

Doh QSD’ê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê dronek dewleta Tirk xist.

Şervanê QSD’ê Egîd Girê Spî derbarê mijarê de axivî û got:

”Dronên Tirkiyê rojane li ser navçeyê digerin da ku sivîlan bikin armanc.”

Egîd Girê Spî eşkere kir ku piştî xistina dronê Tirkiyê navçe bi dijwarî topbaran kir.

Egîd Girê Spî piştrast kir ku ew ji bo parastina xelkê herêmê ji her tiştî re amade ne.

Back to top button