Ermenîstan û Azerbaycan careke din dest bi danûstandinan dikin

Ermenistan û Azerbaycan ku li ser mijara Qerebaxê 30 sal in şerê hev dikin.
Lê careke din ji bo Qerebaxê, li Brukselê civiyan û li ser ‘peymana aştiyê’ axivîn.
Li gorî Konseya Ewropayê ku navbeynkariyê dike, aliyan li hev kirin ku nîqaşê bi pêş ve bibin.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel ragihand ku di civîna rêveberên Ermenistan û Azerbaycanê ku doh li Brukselê pêk hat de, aliyan ji bo peymaneke aştiyê li hev kirine.

Michel îdîa kir ku Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li Brukselê bi navbeynkariya YE nîqaşeke ‘samîmî û berhemdar’ kirine.

Michel daxuyaniyek weşand û got,

“Ji bo peymaneke aştiyê ya siberojê, ku têkiliyên navbera dewletan ên Ermenistan û Azerbaycanê diyar bike, biryar dane ku nîqaşan bi pêş ve bibin.”

Michel diyar kir ku danûstandin wê ‘hefteyên bê’ destpê bike û anî ziman ku herdu rêveberan bal kişandine ser girîngiya ‘ewlehî û mafên nifûsa Ermen a li Qerebaxê’.

Li Êrîvanê bi hezaran li dijî paşînyan meşiyan

Lê li dijî vê yekê ji meha Nîsanê ve, li paytexta Ermenîstan Êrîvanê meş û çalakî pêk tên.

Back to top button