LI TAXÊN ŞÊXMEQSÛD-EŞREFIYÊ DEST BI PÊNGAVA PAQJKIRINÊ HAT KIR

ŞAREDARIYA GEL BI HEVKARIYA MECLISA TENDURISTIYÊ DEST BI PÊNGAVA PAQJKIRINÊ KIR
Şaredariya Gel a taxa Şêxmesûd û Meclisa Tenduristiyê ya Helebê bi beşdarbûna şêniyan dest bi pêngava paqijkirinê kir.

Pêngav bi tevlîbûna bi sedan şêniyên taxê ji kolana Şehîd Gelhat dest pê kir û gelek kolan hatin paqijkirin.

Li ser mijarê Endama Şaredariya Gel Xatûn Henan axivî û got:

Me pêngaveke berfireh ji bo paqijkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kir.

Pêngav ji taxa Şehîd Gelhat dest pê kir û dê li taxên Şehîd Rûbar, Eşrefiyê û Marûf dewam bike.

Şêniyê bi navê Mustefa Xelîl ku beşdarî pêngavê bûye,got,

Alîkariya şêniyan bi şaredariyê re gaveke erênî ye da ku hawirdoreke paqij pêk were.

Pêngav dê heta hemû tax werin paqijkirin, dewam bike .

Leave a Reply

Back to top button