Platforma Rojnamgerên Kurdistanî: Nebin hevkarên qirkirina Kurdan

Bi navê Platforma Rojnamgerên Kurdistanî Komek ji rojnamevan û xebatkarên medyayê li Navenda Çapemeniyê ya Ewropayê îro civîneke çapemeniyê lidar xist.
Hate ragihandin ku dewleta Tirk li dijî Kurdan ‘şerê qirkirinê’ dide meşandin û divê welatên Ewrûpa û NATO nebin hevkarê qirkirina kurdan

Bi navê Platforma Rojnamgerên Kurdistanî Komek ji rojnamevan û xebatkarên medyayê li Navenda Çapemeniyê ya Ewropayê îro civîneke çapemeniyê lidar xist.

Nêzî 400 xebatkarên çapemeniyê yên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpa imzeya wan di bin daxuyaniyê de hebû..

Hate ragihandin ku dewleta Tirk li dijî Kurdan ‘şerê qirkirinê’ dide meşandin…

Her wiha bêdengiya çapemeniya Ewropa û cîhanê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bikaranîna Artêşa Tirk ya çekên kîmyewî hat bibîrxistin û wiha hat gotin:

Artêşa Tirk bi mehane Çiyayên Kurdistanê bi balafirên şer bombe dike, çekên Kîmyewî bikar tîne..

Artêşa Tirk bi giştî dixwaze destketiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake.

Bi taybetî jî dixwaze Şengala ku bûbû hedefa êrişên qirker ên DAIŞ’ê, bifetisîne û jenosîda ku DAIŞ’ê nivco hîştibû temam bike.”

Hewiha îşaret bi bêdengiya dewletên endamên NATO û Yekîtiya Ewropayê li dijî terora bê sînor a dewleta Tirk jî hat kirin û wiha dewam kir:

“Raya giştî ya Kurdistanê vê bêdengiyê weke pişgtgiriya ji bo qirkirina Kurdan dibîne û nerazîbûna xwe beyan dike.

Cîhan deyndarê kurdan e. Şervanên kurd li dijî belayeke mezin a cîhanî, DAIŞ’ê ku li navendên wekî London, Madrîd, Parîs û Brukselê xwîn rijand, şer kir..

Lê îro çapemeniya Ewropa û cîhanê li pêşberî sûcên artêşa Tirk yên li hemberî Kurdan bêdeng e.

Ev bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk ku hîn zêdetir qirkirinê bidomîne.”

Di daxuyaniya Platforma Rojnamgerên Kurdistanî de bi navê xebatkarên çapemeniyê Şerê qirkirinê yê dewleta Tirk yê li dijî Kurdan hat şermezarkirin û hat got:

Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re jî em şermezar dikin û bang lê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya qirej ku zerar dide Kurdan berde.

Em bang li welatên endamên NATO û Yekîtiya Ewropayê jî dikin ku piştgiriya xwe ya leşkerî, siyasî û aborî ya ji bo Tirkiyeyê qut bikin û nebin hevparê qirkirina Kurdan.”

Back to top button