Koçberên Girê Spî li dijî projeya mêtîngeriyê kampanya îmzeyan da destpêkirin

Dagirkeriya Tirk dest bi projeya xwe ya mêtingeriyê ji bo vegrandina koçberên Sûrî li herêmên dagirkirî kiriye. Li dijî vê yekê, koçberên Girê Spî dest bi kampanya komkirina imzeyan kir. Her wiha jinên koçber ên Girê Spî jî bi daxuyaniyekê gotin ew vê projeyê red dikin û bang li civaka navnetewî kirin ku li dijî vê projeya mêtingeriyê rabin.

Li dijî projeya mêtîngeriyê ya ku dagirkeriya Tirk plan dike li herêmên Bakurê Sûriyê ên dagirkirî pêk bîne, gel û bi taybetî niştecihên resen ên herêmên dagirkirî ku ji ber dagirkeriyê koçber bûne helwest nîşan dan.

Koçberên li Kampa Girê Spî li dijî projeya mitîngeryê ku li herêmên wan jî ketiye meriyetê kampanya komkirina imzeyan dan destpêkirin.

Koçbera ji Girê Spî Edûla Xelîl derbarê mijarê dibêje, “divê civaka navneteweyî bi berpirsyariyên xwe rabe û da ku dagirkeriya li warê wan bi dawî bibe û ew vegerin malên xwe.

Şandeyek ji Kantona Kobanê û Rûspiyên Meclisa Reqayê serdana konê çalakiyê kirin û piştgirî dan kampaniya imzeyan.

Endamê şandeyê Hemed El-Qeraca û rûspiyê Êla Bû Esaf got, “armanca dagirkeriya Tirk ji vê projeyê guhertina demogarfiya herêmê û belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de ye.

Koçberên jin ên Girê Spî projeya mêtîngeriyê şermezar kir

Koçberên jin ên Girê Spî jî bi daxuyaniyekê projeya mêtîngeriyê ya dagirkeriya Tirk li herêmê şermezar kirin.

Daxuyanî li Kampa Girê Spî ya koçberan bi amadebûna bi dehan jinên koçber hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, ew projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk ku li herêmên dagirkirî daye destpêkirin red dikin.

Her wiha hat gotin ku armanca dewleta Tirk ji vê projeyê guhertina demografiya herêmên dagirkirî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku vê projeya mêtingeriyê rawestînin.

Back to top button