DEWLETA TIRK GELEK CIWANÊN HDP’YÎ BINÇAV KIR

by ehmad aseed
182 views
Hikumeta faşîst a AKP’ê li tirkiye û bakurê kurdistanê careke din lez daye xebatên xwe yên girtin û binçavkirinê.
Vê carê jî polîsan li navenda Edenê gelek endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Edeneyê binçav kirin.

 

https://anfkurdi.com/rojane/li-edeneye-gelek-ciwanen-hdp-i-hatin-destgirkirin-114834

Li bajarên Edene, Antalya, Nîgde û Mêrdînê dewleta Tirk 35 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê binçav kirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê tê meşandin.

Di dema serdegirtinê de gelek malzemeyên dijîtal hatin desteserkirin.

Kesên ku hatibûn binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxê Siyasî yê Midûriyeta Ewlehiyê.

Li gorî agahiyan, serdozgeriya Tirk bi îdîaya “endametiya rêxistinê” der barê 35 kesan de lêpirsîn vekiriye.