Xebatên serjimariyê li herêmê dewam dike. Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê li navçeyên bajarê Hesekê dest bi serjimariyê kir.
Serjimarî li navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê bi hevkariya mamosteyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê hat destpêkirin.
Mamoste ji serê sibehê ve li navendên tenduristiyê yên her sê navçeyan kom bûn û paşê li ser komînan hatin belavkirin da ku dest bi serjimariyê bikin.
Di her tîmekê de mamoste, hevserokên komînan, çavdêrên navendên perwerdeyê, çavdêrên Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê hene.
Hate diyarkirin dê xebarên serjimariyê du rojan bidome.