Li Kerkûkê Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir: 6 welatî hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Taze Xurmato ya Kerkûkê êriş kirin û di encama êrişê de 6 welatiyan jiyana xwe ji destdan.

Di saetên êvarê de li nêzî bajaroka Taze Xurmato ya ser bi Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê êriş kirin û 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên Berdevkê Eniya Bakur a Heşda Şebî Elî Haşmî ragihandî ku li sinorê Taze Xurmato, şeş welatiyên ku bi karê dirûnê ve mijûl bûn, di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan.

Elî Haşmî diyarkir piştî çeteyan her şeş welatî kuştin, hêzek ya lîwaya 16’an a Heşda Şebî çû cihê bûyerê, piştre di navbera wan û çeteyan de pevçûn derket.

Back to top button