Erdogan: Em ê di demeke nêz de li dijî Bakurê Surî operasyonekê dest pê bikin

Serokê dewleta Tirk Erdogan, gefa êrişeke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar..
Erdogan dibêje, ew amadekariyên temamkirina herêma ewle didomînin.
Hêzên Sûriya Demokratîk jî eşkere kir ku tu guhertin di belavbûna hêzên navnetewî de çênebûye û ew gefên dewleta Tirk lêkolîn dikin.

Erdogan gefa li dijî Rojavayê Kurdistanê, bakur û Rojhilatê Sûrî careke din nû dike.

Di civîna desthilata Tirkiyê de, Serokê Tirkiyê got, “Em ê di demeke nêz de operasyoneke nû li Bakurê Sûrî dest pê bikin, da ku herêma ewle bi kûrahiya 30 KM temamk bikin”

Erdogan eşkere kir ku çaxa hêzên çekdar ên Tirkiyê, Isitxbaran û ewlekarî xebatên xwe biqedînin, wê gavan li ser erdê bavêjin.

Li gorî serokê dewleta Tirk a dagirker, wê roja pêncşemê civîna komîteya Ewlekariya Netewî “MGK” pêk were û li wir biryarê bidin.

QSD’ê bersiva da gefên Erdogan: Tu guhertin di belavbûna hêzên navnetweyî de çênebûne

Hêzên Sûriya Demokratîk bersiv da gefên Erdogan..

QSD’ê piştrast kir ku tu guhertinên stratejîk di belavkirina hêzên Navneteweyî de li herêmê tune ne..

Wekî din ji bo piştperde û armancên dewleta Tirk ji van daxuyaniyan jî, navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokrartîk diyar kir ku, germkirina rewşê û nîşandana hêzê ji hêla Tirkiyê ve, bi armanca derbekirina aramiyê û zindîkirina DAIŞ’ê ye.

QSD’ê da zanîn ku ew van gefan lêkolîn dikin û agahiyan bi hêzên garnator re bi parve dikin.

Serokê Enqerê hemwextî van gefan hewl dide milyonek kesên biyanî li nava axa Bakurê Sûrî bi cih bike.

Li gorî çavdêran, heta niha ev plana Tirkiyê ku bi guhertina demografîk tê binavkirina nehatiye qebûlkirin, ji ber vê çendê asta gefên xwe bilind dike.

Ji destpêka meha Nîsanê ve, Artêşa Tirk û komên wê yên çete bi rêya dron û topxaneyan, herêmên Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa û Şehbayê topbaran dike.

Di salên 2018 û 2019’an de, bi du êrişên dagirkeriyê deverên Serê Kanî, Girê Spî û Efrîn hatin dagirkirin û ji wê şûnde, sûcên şer li wan deveran tên belgekirin.

Niha jî Hêzên Amerîkî û Rûsya li herêmê ne û tu bersiveke fermî ji herdû aliyan di warê gefên Erdogan de derneketiye.

Back to top button