Fermandar Egîd Qeremox: Dewleta Tirk hêzên xwe li derdora Eyn Îsayê bi cih dike

Ji fermandarên QSD’ê Egîd Qeremox diyar kir ku dagirker hêzên mezin tîne derdora Eyn Îsayê.

Egîd Qeremox eşkere kir ku hemwextî êrişn hovane yên li ser navçeya Eyn Îsayê, dagirker hêzên xwe sewqî nêzî navçeyê dikin.

Qeremox diyar kir ku Di çend mehên borî de şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de derbên giran li hêzên dagirkeran dan.

Fermandar Egîd destnîşan kir QSD’ê ji bo parastina herêmê û têkbirina dagirkerî û hevalbendên wê ji hemû senaryoyan re amade ne .

Der barê hebûn û rola hêzên Rûsyayê li navçeyê de Egîd Qeremox daz zanîn ku Rûsya tu helwestê nîşan nade û hebûna li navçeyê şeklî ye.

Back to top button