Çiro Hemeşerîf: Eger Iraq bêdeng ma, wê Tirkiyê êrişî deverên wî jî bike

Parlementera YNK’ê a Iraqê Çiro Hemeşerîf derbarê bêdengiya Hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê ya li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da û got: “Eger li dijî êrişan hikûmeta Iraqê helwest raber neke, wê herêmên di bin destê wan de jî were bombebaran kirin. “Serokê Zanîngeha Koye Dr. Welîd Mehmud jî got, “ger hevkariya hinek aliyê başûr nebe, dewleta Tirk nikare êrişan bike û armancên xwe pêkbîne.

Di 21’ê vê mehê de balefirên bê mirov yên dewleta Tirk a qirker li devera Çemçemal û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebarankir.

Di encama êrişan de 6 welatî şehîd bûn.

Heta niha Hikumeta Başûr û Iraqê li ser van bombebaranan helwestek nîşan nedane.

Parlementera Yekitiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) a Parlementoya Iraqê Çiro Hemeşerîf derbarê êrişên Tirkiyê de axivî.

Çiro Hemeşerîf, li ser bêdengiya Hikumeta Iraqê ya li beramberî bombebarana dewleta Tirk hişyarî da û got: “Eger Hikumeta Iraqê helwestê nîşan nede, ne dûre ku çend rojên din herêmên di bin destê wan de ji aliyê dewleta Tirk ve were bombebaran kirin.”

Li ser bêdengiya Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî Parlementera YNK’ê got: “Hikumeta Herêmê ti helwest nîşan nedaye.”

Têkildarî êrişên dagirkeriyê ên dewleta Tirk, Serokê Zanîngeha Koye Dr. Welîd Mehmud jî ji ajansa Rojnews’ê re axivî

Dewleta Tirk dixwaze xewna xwe ya dewleta Osmanî zindî bike

Dr. Welîd Mehmud, bal kişande ser israra êrişên dewlet Tirk yên li dijî Başûr û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze xewna xwe ya dewleta Osmanî zindî bike.

Li hemberî êrişan Welîd Mehmud îşaret bi yekîtiya hêzên Kurd kir

 Dr.Welîd Mehmud: Hêzên siyasi yên Kurd ji ber berjewendiyên xwe siberoja gelê Kurd xistine metirsiyê

“Nakokiyên navxwe yên Kurdan derfetên zêrîn ji bo dijminên gelê Kurd afirandiye.

Hêzên siyasî yên Kurd ji ber berjewendiyên xwe siberoja gelê me xistine nav metirsiyê.”

Herwiha Dr. Welîd Mehmud bal kişande ser tevgera dagirkeriyê a Tirk ya li dijî Başûrê Kurdistanê û got:

“Pêwîste hikûmeta Herêm û Iraqê li beramberî van kirinên nerewa yên dewleta Tirk bi helwest bin.”

Dr.Welîd Mehmud : Ger hevkarî nebe dewleta Tirk nikare were nava xaka Başûrê Kurdistanê

Têkildarî reşkujiyên MÎT a Tirk yên li dijî sivîl û welatparêzên Kurd yên li Başûr jî Welîd Mehmûd anî ziman ger hevkariya aliyek navxwe nebe, dewleta Tirk nikare were nava xaka Başûrê Kurdistanê û armancên xwe pêkbîne.

Serokê Zanîngeha Koye Dr. Welîd Mehmud dawî li hemberî her cûre êrişên dagirkeriyê banga yekitiyê kir.

Back to top button