ŞANDEYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ LI BAŞÛRÊ KURDISATNÊ GERA XWE DIDOMÎNE

Şandeya Rojavayê Kurdistanê bi armanca pêkanîna yekîtiya netewî û helwesta hevpar a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, gera xwe li Başûrê Kurdistanê didomîne.
Herî dawî Şandeya Rojava serdana Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê kir.

Şande ji aliyê hevserokên Nûnertiyê Mûzeyen Gûneş, Abid Îke û çalakgerê greva birçîbûnê û endamê meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ve hat pêşwazîkirin.

Civîna du alî ji ragihandinê re girtî pêk hat.

Piştre hevseroka Nûnertiya HDP’ê Mûzeyen Gûneş û Serokê Partiya Demokratîk a Sûriyê Cemal Şêx Baqî naveroka civînê eşkere kirin.

Serdana şandeyê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd weke pêngaveke girîng hat bi nav kirin.

Her weha li daxuyaniyê herdu aliyan di civînê de rewşa giştî Kurdistanê û bi taybet jî Rovajayê Kurdistanê, hovîtiya dewleta Tirk kir û mijara dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê nîqaş kirine.

Li gorî daxuyaniyê ser van mijaran jî gelek fikrên hevpar hebûn.

Her wiha duh şande li Hewlêrê bi Polîtburoya PDK re civiya.

Civîn li çapemeniyê girtî dewam kir û têkildarî naveroka civînê ti agahî nehatin dayîn.

Leave a Reply

Back to top button