Bi boneya 23’emîn salvegera KNK`ê, Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nîlûfer Koç diyar kir ku pirsgirêka herî zêde KNK`ê mijûl kir PDK bû û got: “Di qada dîplomasî de hewldanên dewleta Tirk li dijî KNK`ê bi ser neketin. KNK`ê bi ser ketiye.”
“Di aliyê dîplomasî de çiqas Kurd bihêz bûn ewqas jî derewên dewleta Tirk derketin” bi van gotinan re Nîlûfer Koç, behsa yek ji deskeftiyên KNK`ê kir.
Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nîlûfer Koç, derbarê salvegera 23’emîn a KNK’ê de axivî.
Nîlûfer Koç di serî de behsa pêwîstiya avakirina KNK`ê kir û got:
Piştî li Bakurê Kurdistan serhildan çêbûn, zanabûna siyasî pêş ket û serhildanên Kurdan li cîhanê deng vedan, pêwîstiya nûnertiyeke hevbeş a neteweyî ya Kurd derket.
Bi van rewşa re nêrînek derket ku Kurd parlementoyek derveyî welat ava bikin.
Têkildarî rol û mîsyona KNK`ê Nîlûfer anî ziman ku KNK’ê heya niha rolek lîstiye ku li her cihî nûnertiya çarenivîs û mafê kurdan bike û wiha domand:
Mîsyona KNK’ê ya herî girîng ew bû ku pîvanên hevbeş yên siyaseta Kurd derxîne pêş.
Li dijî KNK`ê tevgera dijiminatiya dewleta Tirk jî nesekinî.
Para KNK`ê di têkoşîna valaderxistina lîstokên dîplomatîk a dewleta Tirk di krîmînalîze kirina Kurdan di siyaseta navdewletî de heye.
Nîlûfer Koç: PDK’ê li dijî KNK’ê têkoşîneke dijber da meşandin
Endama Konseya Rêveber a KNK’ê wiha anî ziman:
Yên ku têkoşîneke sîstematîk li dijî KNK`ê da meşandin PDK`ê bû.
Ji bo beşdarbûna PDK`ê ji civînan re em bang dikin ku tevlî bibin, lê ruxmî wê jî heta niha ji aliyê PDK`ê ve tu gavên erênî nehatine avêtin.
Di dawiya axaftinên xwe de Nîlûfer Koç, da zanîn ku di warê leşkerî de gerîla lê dide, divê di asta siyasî û dîplomatîk de jî herkes bikaribe rola xwe bilîze û got:
Em dikarin bi hemleyekê ve vê dewleta faşîst bişînin nav çopa dîrokê.