Bexda…Li dijî baregeha Amerîka êrişeke esmanî pêk hat

Duh piştî kuştina fermandarekî paye bilind ê Îranê Hesen Seyad Xudayarî, êrîşeke esmanî li dijî baregeheke Amerîka ya li Bexdayê pêk hat.

Li gorî çapemeniya Iraqê îro dane sibehê balafireke bêmirov êrişî baregeha leşkerî ya Vîktorya ya hêzên Amerîkayê ya li Bexdayê kir.

Piştî êrîşê alarm hate lidarxistin û sîstema parastinê kete tevgerê û tê gotin ku dibe bi vê sîstemê balafir hatibe xistin.

Ev êriş piştî kuştina fermandarekî paye bilind ê Sûpay Pasdarên Îranê pêk hat.

Baregeha leşkerî ya Vîktorya dikeve herêma dîplomatkaran û balafirgeha navnetewî ya Bexdayê.

Back to top button