Serokwezîrê Japonya Kishida Fumio ragihand ku serokên Diyaloga Ewlekariya Çaralî ya “Quad” ku DYA, Awistralya û Hindistan jî di nav de ne, ji rewşa Ukraynayê bi fikar in.
Civîna Lîderan a Diyaloga Ewlehiyê ya Çaralî ya “Quad” li Tokyoyê bi mazûvaniya Serokwezîrê Japonya Kişîda hat lidarxistin.
Di lûtkeyê de Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokwezîrê Awistralya Anthony Albanese û Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî amade bûn.
Di civîna çapemeniyê de Kişîda diyar kir ku di lûtkeyê de bandora krîza Rûsya-Ûkraynayê ya li ser herêma Hînd-Pasîfîk hat nirxandin.
Kişîda bal kişand ser wê yekê ku rêberên Quad ji rewşa Ukraynayê bikfikarin û got:
Ew razî ne ku “serweriya qanûnê û yekparçeyiya erdî biparêzin.
Û li kuderê dibe bila bibe, li dijî guhertina statukoyê bi zorê wê helwest nîşan bidin.