Iraq…Di nava mehekê de 9 caran bahoza tozê rabû, dibistan hatin girtin

Bahoza tozê bela xwe ji Iraqê venake.
Ji meha nisanê ve, li Iraqê 9 carin bahoza tozê radibe.
Ji ber vê geştên asmanî hatin betalkirin û li seranserê welat betlaneya netewî ya hat ragihandin.

Ji ber bahoza qûmê ya ku îro li Iraqê tê pêşbînîkirin, alarm hat dayîn.

Li welêt seferên li hemû balafirgehan hatin rawestandin, li seranserê welêt jî betlaneya fermî hat îlankirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Veguhastinê ya Iraqê de hat ragihandin ku ji ber bahoza qûmê ya ku wê bibe sedema dîtina binê 100 metreyî, wê seferên hemû balafirgehan bên sekinandin.

Wezaretê hişyarî da ku bi taybetî nexweşên pişikê divê li malê bimînin û di 48 saetên pêş de ti rêwitî neyên kirin.

Dîwana Wezîran a Iraqê ji ber nêzîkbûna bahoza tozê betlaneya niştimanî ragihand.

Ji ber rewşa heyî Wezareta Perwerdê jî diyar kir ku perwerde bo rojekê hatiye rawestandin.

Back to top button