Kargeha Azovstalê ket destê hêzên Rûsya

Hêzên Ukrayna kelha xwe ya dawî ya li rojhilatê welat ji dest da.
Kargaha Azovstal ya Mariupol ku ji bo Ukrayna weke xeta dawî ya parastinê dihat dîtin, êdî ket destê Rûsya.
Rûsya bi vê yekê re serweriya xwe ya li herêma rojhilat ragihand.
Rûsya ragihand ku nêzî 2 hezar û 500 leşkerên Ukrayna xwe radest kirin û leşkerên wan jî derbasî tunelên kargehê bûne.

Li Ukrayna şerê herî dijwar li vir pêk hat.

Ev der kargeha Azovstal ya bajarê Mariupolê ya dikeve başûr-rojhilatê welat e.

Li vir hêzên Ukrayna ji bo pêşîgirtina leşkerên Rûsya bigre, bi rojan li dijî hêzên Rûsya şer kir.

Piştî şerê 30 rojên despêkê ya ji êrişa Rûsya 24’ê Sibatê li dijî Ukrayna dayî despêkirin, stratejiya Moskow hate guhertin.

Êdî li gorî îdiayên Moskow armanca sereke rojhilatê Ukrayna bû.

Ji ber vê yekê stratejiya Mariupolê derket pêş.

Hêzên Rûsya her çiqasî di nava demek kin de bajar xistin dorpêça xwe jî lê kontrolkirina wê ne ewqas hêsan bû.

Rûsya îdia dikir ku di dema despêkê de nêzî 8 hezar û 100 leşkerên Ukrayna li bajar bûn.

Ji van 4 hezar hatin kuştin, nêzî hezar û 500’î xwe radest kirin û 2 hezar jî derbasî kargeha Azovstalê bûn.

Di nava şerê li herêmê derket de, kargaha Azovstal navê xwe da bihistin.

Êdî li kargehê hêzên Ukrayna ji bo parastina dawî û pêşîgirtina hêzên Rûsya şerê xwe dan meşandin.

21’ê Nîsanê hêzên Rûsya ragihandin ku bajarê Mariupol ji aliyê wan ve hatiye kontrolkirin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Parastinê Sergey Şoyore re ferman dabû ku êrişî kargeha Azovstalê nekin, lê di heman demê de, rê neyê dayîn ku mêşek ji derbasî kargehê bibe.

Piştî van gotinên Putin, di nava meha derbasbûyî de şerên giran rûdan.

Li kargeha ku dihat îdiakirin 2 hezar leşkerên Ukrayna lê ne, çek û xwarin kom dibû.

Ji ber vê yekê, leşkerên tabura Azovstal neçar man şert û mercên heyî qebul bikin.

Bi vê yekê re, li gorî daxuyaniyên Moskow ji 16’ê Gulanê ve, 2,439 leşkerên Ukrayna xwe radestî hêzên wan kirine.

Bi vê yekê re, êdî leşkerên Rûs cara yekem daketin tunelên kargeha Azovstal ya Mariupolê.

Leşkerên Rûsya, şevê din ala xwe li ser herêmê bilind kirin û serkeftina xwe ya li bajar ragihandin.

Bi vê yekê re, Rûsya karî xeteke bejahî ya navbera herêmê û Kirimê de bide avakirin.

Back to top button