Erdogan: Êdî ji bo min Mîçotakîs nemaye

Serokomarê Tirkiye Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê êrişî Yewnanîstanê kir.
Erdogan got:Êdî ji bo min Miçotakis nemaye.
Erdogan di nava gefên xwe de sînyala êrişeke dagirkeriyê ya li dijî Bakurê Sûriyê jî da.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê derbarê helwesta hikûmetê ya li hemberî endamtiya Swêd û Fînlandiya ya ji bo NATO de daxuyaniyek da.

Erdogan destnîşan kir ku Swêd û Fînlandiya di mijara endamtiya NATOyê da dîplomasiya telefonê dimeşînin.

Erdogan yê ku çeteyên DAIŞ’ê di himbêza xwe de xwedî dike, welatên navborî bi piştevaniya terorê tewambar kir.

Di armanca êrişa Erdogan de, Yewnansîtan jî hebû.

Hefteya derbasbûyî Serokwezîrê Yewnanistanê Miçotakis serdana Waşîngtonê kiribû.

Di dema serdanê de, Miçotakîs ji Kongresê re axivî û ji wan xwestibû ku i ser firotina balafirên f-16 bo Tirkiyê baş bifikirin.

Her wiha gotinên wî yên ji bo Qibrisê jî ji aliyê Kongresê ve demek dirêj ser lingan bi çepikan hatibû pêşwazîkirin.

Di hedefa Erdogan de, ev gotinên Mitçotakîs hebû û ev tişt anî ziman:

Êdî kesekî bi navê Mitçotakîs bo min nemaye.

Erdogan dixwaze Swêd û Fînlandiya bibin polîsên wî

Erdogan di dewamiya daxuyaniyên xwe yên li ser endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê de bi awayekî eşkere anî ziman ku kesê li dijî wî derkeve divê ji aliyê van herdu welatan ve werin girtin û radestî wan bê kirin.

Swêd û Fînlandiyayê ku hefteya borî ragihandibûn ku biryara destpêkirina pêvajoya fermî ya endamtiya NATOyê dane, ji aliyê Tirkiyeyê ve rastî gefên vetoyê hatin.

Ji bo her du welat bibin endamên NATOyê divê her 30 welatên hevpeymaniyê endamtiyê erê bikin.

Erdogan gefa êrişek nû ya dagirkirkeriya li Bakurê Sûrî xwar

Erdogan careke din gefên xwe yên dagirkirina li dijî herêmên bakurê Sûryeyê dubare kir û got:

Ew ê li xeta sînor ya 30 kîlometreyî herêma ewle ava bikin.

Bi vê yekê re careke din kujerê gelê Kurd Erdogan nişaneya despêkirina êrişeke li dijî herêmê da.

Têkildarî vê yekê jî wê di civîna roja Pêncşemê de, biryara xwe bidin.

Serokomarê Tirkiye Erdogan cara yekem 24’ê Tebaxa 2016’an bi dagirkirina Carablûsê leşkerên xwe derbasî Sûrî kir.

Ji wê rojê ve, li bakurê Sûrî ji bo dagirkeriya xwe berfireh bike, 20’ê Çileya 2018’an êrişî Efrînê kir.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, artêşa dagirker Serê Kanî û Girê Spî dagir kirin.

Ji ber dagirkerî û êrişên artêşa Tirk bi sedhezaran kes ji cih û warê xwe koçber bûn.

Back to top button