Fona Alîkariyê ya Zarokan a NY: Welatên dewlemend Cîhanê li zarokan diherimînin

Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) welatên herî dewlemend ên cîhanê sûcdar kir ku hawirdorê diherimînin.
UNICEF’ê got:Bi vî rengî metirsiyê li ser zarokan çêdikin.

Navenda Lêkolînê Innocenti ya girêdayî UNICEF’ê têkildarî şert û mercên jiyanê û neewlehiya zarokan rapora ku amadekirî weşand.

Di raporê de ji bo kêmkirina çopê, gemarîkirina av û hewayê bang hate kirin.

Navenda Lêkolînê rewşa li 39 welatên ser bi Rêxistina Hevkarî û Pêşxistina Aborî OECD û Yekîtiya Ewropayê analîz kir.

Analîz li ser pîvanên plastîk, ritûbeta malan û çopê hate kirin.

Di raporê de Spanya, Îrlanda û Portekîz wekî “xwendekarên baş” têne ragihandin, welatên din yek jî jîngehek bi ewle û baş ji zarokan re nahêlin.

Awûstralya, Belçîka, Kanada û DYA vê baweriyê nadin zarokên li ser xaka xwe.

Welatên herî kêm dewlemend ên Amerîkaya Latîn û Ewropayê bandorek pir kêmtir li ser rewşa giştî ya cîhanê dikin.

Dîrektorê Innocentiyê Gunilla Olsson di daxuyaniyek çapemeniyê de wiha gotibû,

“Gelek welatên dewlemend ne tenê jîngeheke paqij û ewle ji zarokan re nahêlin, di heman demê de xera dikin.”

Di raporê de hat diyarkirin ku li 39 welatên ku hatine lêkolînkirin, di nava xwîna zêdeyî 20 milyon zarokî de asta metalên giran gelekî zêde ye.

Li Îzlanda, Letonya, Portekîz û Îngilistanê ji her 5 zarokan yek ji malê bi ritûbet û kufikê re rû bi rû dimîne.

Li Qibris, Macaristan û Tirkiyeyê jî ji her çar zarokan bandorê li yekê dike.

Di raporê de her wiha hat destnîşan kirin ku, berevajî Fînlandiya û Japonya, bi taybetî li Meksîkayê gelek zarok, hem li hundur hem jî li derve hewaya jehrîn distînin.

Li Belçîka, Îsraîl, Hollanda, Polonya, Komara Çek û Swîsreyê ji her 12 zarokan, yek bi rêjeyên zêde qirêjiya dermanan re rû bi rû mane.

Back to top button