Xebatên serjimariyê yên li Dirbêsiyê, Til Temirê û Zirganê ku ji duh de dewam dikir, bi dawî bûn.
Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjiamriyê piştî ku li Qamişlo xebatên serjimarê bi dawî kir, duh li kantona Hesekê dest pê kir.
Xebatên serjimariyê ên li navçeyên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê di roj duyem de bi dawî bûn.
Di vê xebatê de, hejmareke zêde mamoste tevî endamên komîn û meclisan cih digirin.
Der barê mijarê de hevserokê Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê Mecîd El-Hac El-Elî axivî û got, “Tîmên me li navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê agahiyan tomar kirin. Tu pirsgirêk derneketine.
Tê payîn xebatên serjimariyê li navçeyên başûrê Hesekê dewam bikin.