Koordînasyona Komalên Ciwan: Divê hemû ciwanên Kurd berê xwe bidin nava refên gerîla

Koordînasyona Komalên Ciwan li dijî êrişên dagirkeriyê seferberî ragihan û bang li hemû ciwanên kurd kir ku cihê xwe di nava refên gerîla de bigrin.

Koordînasyona Komalên Ciwan, têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

Komalên Ciwan destnîşan kirin ku êrişên dagirkeriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst û qirker ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin, rastî têkoşîneke fedayî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê hat.

Komalên Ciwan diyar kirin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Başûr bi qehremanî li hember erişên qirkirinê berxwedaniyeke bê hempa raber dikin.

Komalên Ciwan eşkere kir ku di vê pêvajoya dîrokî de bersiva herî xurt ya ji faşîzmê re jî tevlîbûna ciwanên welatparêz ya nava refên gerîlayan e û ev tişt got: Di her qadê de ketina nava têkoşînê erka hemû ciwanên Kurdistanê ye.

Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Kurdistanê em dibêjin, bi rihekî seferber, bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye” û bi dirûşma ‘Werin cenga azadiyê, li beramberî îxanet û dagirkeriyê ve bikevin nava çalakiyê.

Komelê ciwan diyar kir ku divê hemû ciwanên kurd bizanibin êrişa li ser Zapê parçeyek ji qirkirina Kurdan e. Ji ber vê yekê jî şerê ku li Zapê diqewime, li ser hemû Kurdan e, ev şer jî şerê man û nemanê ye.

Komalê ciwan da zanîn ku hedefa dewleta Tirk ne tenê Zap e, Rojavaye, Başûr e, Şengal e, Mexmûre.

Komalê bang li hemû ciwan kir ku vê pêvajoya hebûn û tinebûnê de tevlî seferberiyê bibin û berê xwe bidin qadên gerîla.

Back to top button