Artêşa Tirk gundên Um El-Hoş û Um El-Qura yên Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şehbayê bi obîsan topbaran kirin. Li aliyek din artêşa Tirk a dagirker gule li şivanên ji gundên Dêrikê reşandin, di encamê de gelek pez hatin kuştin.

Beriya niha bi çend saetan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um El-Hoş û Um El-Qura yên Şehbayê bi obîsan topbaran kirin.

Heta vê niha 7 obîs hatine avêtin û zirarên madî çêbûne.

Artêşa Tirk gelek pez li Dêrikê kuştin

Hêzên parastina sînor ên dewleta Tirk, dema şivanên gundê Hacî Meter yê Dêrikê pezên xwe diçêrandin gule li wan reşandin.

Li gorî agahiyên ji gund, di encama gulreşandinê de gelek pezên Eta Serhan û Seîd Hac Îbrahîm ên şêniyên ji gund hatin kuştin.

Back to top button