Wê Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk ber bi Behdînanê ve bi meşin

Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ewê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, meşa dirêj heta devera Behdînanê lidarbixin.

Vê êvarê li Silemaniyê Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ewê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest bi meşa dirêj bikin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye: “Em wek Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê li beramberî hemû cûre dagirkeriyan bersiv didin banga Komelên Ciwanan, emê mil bi milê wan li dijî hemû cûre dagirkeriyê bi sekinin û bersivek tund bidin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû beşên civakê, rêxistin û partiyan hat kirin tevlî meşa dirêj a ku wê di 1’ê Hezîranê de li navçeya Koye were destpêkirin bibin.

Back to top button