Cenazeyê koçberek din vegeriya Başûrê Kurdistanê

Cenazeyê jina bi navê Şoxan Cewher ku di meha Kanûnê de di rêya koçberiya ber bi Ewropayê de xeniqîbû, vegerandin Başûrê Kurdistanê.

Vê êvarê cenazeyê jina bi navê Şoxan Cewher ku di meha Kanûnê de di derya Ege de xeniqîbû, vegerandin navçeya Koye a Başûrê Kurdistanê.

Di Kanûna 2021’an de di derya Ege de gemiyek a koçberan noqî avê bibû, gelek kes xeniqîbûn û winda bibûn.

Şoxan jî li gel hevjînê xwe û du zarokên xwe di wê bûyerê de xeniqîn, tenê zarokek wê yê bi navê Bêwar rizgar bibû.

Heta niha jî cenazeyên hevjînê wê û zarokek wê nehatine dîtin.

Wê cenazeyê Şoxan Cewher li gundê Kanye Reş a girêdayî Koye were veşartin.

Back to top button